Bio |
Sala 1948-an li gundê Çeqmaqê Biçûk, navçeya Çiyayê Kurmênc, Kurdistana Rojava hatiye dinê. Xwendinên destpêkî, navînî û amadeyî li gundan, li bajarên Reco, Efrîn û Helebê temam dike. 1972-an diçe Yekîtiya Sovyetê bo xwendina zanîngehî. Li fakûltêta Rojnamevaniyê ya zanîngeha Moskovayê, ya bi navê Lomonosov nasbûyî (MGU) pênc salan dixwîne û Magîstira Huneriyê bi pileya tewrî rind sala 1978-a werdigire. Di salên 1979 – 1983-an de legerîna doktora li ser kovara Hawarê temam dike û tîtila doktorê zanistiyên fîlologî (ph.D) werdigire. Ji sala 1984-an de li Elmaniya Fedêral dijî. Sê salan 1993 – 1996 serokê P.E.N a Kurd bû. Endamê Yekitiya Nivîskarên Elman e (VS). Member of the International Writer and Artists Association (IWA), USA. Ji Newroza 1996-an de wek rojnamevanekî serbixwe bi WDR re dixebite. Mamosteyê zimanên kurdî û erebî ye li Bonnê. Bi çalakî pishkdariyê di jiyana edebî û zanistî de li Elmaniya û li dervayî wê dibe. |
Berhemên belavkirî - Birîna Çiya. Helbest. Düsseldorf 1978 - Strana êsh û hêviyê. 1977 (Fîlmekî belgehî), bi zimanê rûsî. - Sê Rojan li Elmaniya Fêdêral. 1978 (Fîlmekî belgehî), bi zimanê rûsî. - Rola kovara Hawarê di pêshdabirina çanda kurdî de. Lêkolîna doktora 1983, bi zimanê rûsî. Wegera wê bo kurdî, çapa yekê 1996, Bonn û çapa dudiyê (nihênî) li Sûriyê 1999 - M.Y. Lêrmontov. Helbestên bijarte. Wergerandin ji rûsî, 1985 - Çend stiranên folklorî 1987 - Li wir lêvên keviran çîk didin. Helbest. Belavgeha Hogir, Bonn 1994, wegera wê bi elmanî: - Dort funkeln di Lippen der Steine, Gedichte, Avlos Verlag, Bonn 1994 - Darên behîvê berên xwe dishewitînin. Helbest, Bonn 1998, wergera wê bi elmanî: - Die Mandelbäume verbrennen ihre Früchte. Gedichte. Avlos Verlag 1998 - 90saliya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo. Ligel Tosinê Reshîd. Belavgeha Hogir, Bonn 2000 - Heirich Heine, Hanrish Haynê. Helbestên bijarte. Werger ji elmanî û çapkirin ligel minhoyên elmanî. Hogir Verlag, Bonn 2001 - Dastanin ji helbestvaniya gelêrî kurdî. Belavgeha Hogir, Bonn 2001 - Magyar – Angol – Kurd (hingarî-îngilîzî-kurdî). Rêbera sêzimanî.(pishka zimanê kurdî), Toro Kaido, Zalaeberszeg, Hingariya, 2005 - Ronahiyê birîn mek. Verletze das Licht nicht. Helbest. Gedichte Kurdî-Elmanî. Hogir Verlag, Bonn 2005. - Abdulla Peshêw. Hilbijartin ji hemû dîwanên wî. Nivisîn ji tîpên erebî bo latînî û ferheng jê re danîn, Belkî, Stenbul, 2006 |
Rayin liser berhemên helbestvanî Kesine navdar û nenavdar ji elmanan rayên xwe liser helbestvaniya Husên Hebesh dane; ji wana helbestvan û teorêtîka helbestvaniyê ya elman Hilde Domin:“ Kurdek li Elmaniya dijî û helbestên nayab dinivîse. Ji zû de min helbestên we ciwan ne xwandine.“ Süddeutsche Zeitung. herweha di kovar, radiyo û rojnameyine dine elmanî de, ji destpêka salên 90 de ji sedsala borî û ta niha. nivisîne Benda dawiyê liser nivîsevan, di bin stûna: Mirovên li NRW: Nivîsevan Husên Hebesh, „Evîndarên Helbestvan“, di pir desgehên rageyandinê de hate belavkirin; ji wana rojnameya „Recklinghäuser Zeitung“ de, 27.7.2005 |